le bextî tar

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1945 views
le bextî tarî şew nakem şikayet,
şebîhe çunke bew zułfî syayet!
nîye qabîl biřînî řahî dûrî
wekû piriçit kişawe bê nîhayet!
be hîç xaksiterê nagem neka bom
le encamî lehîbî ḧub ḧîkayet!
ke tîrî nîwnîgat çerxane însan,
qefes xałî eka murẍî dîrayet!
le çawî bed, xwa ’umrî cwanî
qubûł ka lêm be padaştî wîqayet!
xewî mindał û sehrî ’aşiqî zar,
ebexşê ḧuznî neẍmey layelayet!
huweydaye le řengî ałî destit
ke da’îm pîşete qetił û cînayet!
heta key, badenoşî ’eşqî to bim?
hetakey, bê mezey maçî kîfayet?
dexîlit bim humay zulfeynî diłber,
beser serma bikêşe feyzî sayet!
be goranPen name nakirê qet terkî sewda,
kila nabim leser cadey hîdayet!