tawê negeřa

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  2207 views
tawê negeřa çerxî muxalîf be ḧîsabim
bê nałe nîye sanîyeyek tarî řubabim!
her leḧzeyekî mehdî hezar girye bû, efsûs
sałanî minałîm û hemû ’umrî şebabim!
ger řaste melek nameyî e’malim enûsê
ba sûr bê wekû xwênî ciger xettî kîtabim!
şem’êke leser lêwelerey meynetî min řoj
estêreyî şew şahîdmin sexte ’ezabim!
êste xelelî ’afyetîş barî bedenme
her derde eda paçî le bunyanî xerabim!
tuxwa diłekem kwanê xutûratî cwanît?
bo řeş bû hemû ufqî xeyałat û serabim?
heyhat çi bê mîhir û wefa derçû nîgarim
ḧałî be germ pirsiş ekem, sarde cewabim!
zyatir sebebî ’eqił û şu’ûre xefetî min
bo ẍefłet û nîsyane hemû noşî şerabim!
saqî! be fîday dîdeyî mexmûrit ekem dîn:
lêwřêjim ewê pyałeyî mey ecrî sewabim!