cana diłekem bende be ḧełqey serî gêsût

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  1247 views
cana! diłekem bende be ḧełqey serî gêsût
sa meyxere ber zerbeyî şimşêrî dû ebrût
mîhirit le diłim zeḧmete ey şoxî perî řû
derçê meger ew řoje ke wa emxene tabût
gyan û dił û aram û qeza û xîred û hoş
birdî be cefa dîdeyî piř fîtneyî cadût
çend şêrî jyanit be fena da be nîgahê
subḧane le dest quwetî şêr efgenî ahût
her çende kwa taqetekem taqe bebê to
peyweste diłim êste legeł derd û ẍema cût
ta bûm dił û dînim be fîda kird û keçî to
her cewr û cefat kird le heqim gyane heta bût
ew dîdeyî fettaneye ba’îs ke kemalîPen name
piř fîtne û aşûbe hemû ’alemî nasût