nîgarî min ke emřo seyrî geştî gułistanî kird

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  268 views
nîgarî min ke emřo seyrî geştî gułistanî kird
xecałet bû guł û bulbul wîda’î aşyanî kird
nyazim çawî mestit wa be tîlî bê şeř û de’wa
bebê sûç û qebaḧet qetłu’amî ’aşiqanî kird
çi bê řeḧmêke ew şoxe be birjang û biroy yekser
lesîney ’aşiqana zamî şimşêr û sînanî kird
giran bû ḧellî me’nay ayetî řût ta desî qudret
be xettî ’enberîn hat şerḧ û tefsîr û beyanî kird
be serdefter kemalîPen name kird qubûl ew dilbere emřo
le řêzî gyan fîdayana ke hat û îmtîḧanî kird