çawî xwênřêjit be qetłî ’aşiqan îma eka

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  574 views
çawî xwênřêjit be qetłî ’aşiqan îma eka
mest û xwênřêje ’ecayb şořşê berpa eka!
tîpî birjangit be wêney leşkirî hîndu ḧebeş
hêrşî hênawe bo ser mułkî dił de’wa eka
tîẍî ebroy to hemîşe qetłu’amî xełk eka
herminî sewdazede lem lutfe mustestesna eka
lutif û qehrî herdû wek yek ’eynî lutif û řeḧmete
ew nîgare derheqim herçî bifermiwê ça eka
bo cinêw û qehir û lêdanit mutî’ û ḧazirim
dił eger serpêçîy emirit bika bêca eka
ta kemalîPen name xakî ew dergaye bote meskenî
îke her yarî be textî xusrew û dara eka