řojê řawkerê beyanî zû zû
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
541 views
řojê řawkerê beyanî zû zû
hesta azane bo serkejê çû
wa řêkewt wirçê tûşî bû lewê
birîndarî kird girtî destibecê
witî memkuje aẍa be qurban
xizmetit ekem be dił û be gyan
řawker řazî bû wirç bû be noker
xizmetî ekird le deşt û leder
řojê legeł wirç bo sefer eçû
řêgake dûr û germay hawîn bû
lejêr sêberî darêka herdû
danîştin řawker xewî lê kewt zû
mêşê zor hatin çûne ser řawker
xerîk bûn herdû çawî bênne der
wirçeke be dest bedar û geła
derî ekirdin ehatnewe dwa
teleberdêkî dozîyewe be mişt
małî be seryana hemûyanî kuşt!
zû gyanî derçû řawkerî feqîr
wirçeke řoyşit řaykird wekû tîr
řefîqî wirç bît ya hî pyawî ker
ger bikeyt ebît dûçarî xeter
em nesîḧetem bigre gwê gyane
ba tûşî xeter nebît bîzane