nebî îbrahîm řesûlî řeḧman

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  481 views
nebî îbrahîm řesûlî řeḧman
nanî ne’exward hergîz bê mêwan
řojê le řojan nanyan bo hêna
mîwanî nebû legełî bixiwa
emrî kird biřon peyda ken mîwan
heta bêt legeł minda bixiwat nan
çûn boyan hêna pyawêkî zor pîr
le řêwe ehat birsî bû feqîr
dayna le lay xoy destyan bird bo nan
bisim alilhArabicy nekird kabrakey mîwan
îbrahîm fermûy pêm biłê kabra
boç nawî xudat to nebird êsta!
bisim alilhArabic şerte wextî nan xwardin
heta ’efût kat yezadnî mezin
witî mecûsîm, min musułman nîm
bo çî nazanî qurban ke min çîym!
nebî îbrahîm tûře bû xêra
mîwanî derkird řoyî bo seḧra
derḧał cibir’îlNamed-Entity hat û emrî kird:
îbrahîm bo çî mêwanit derkird?!
ḧefta sał zyade xwa řizqî eda
to bo çî řojêk nanit pê neda?