nyaz

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 3 minutes  2624 views
serdemêk bû dinyay gyanim tarîk û çoł bû,
kam «beřoçke»y germe diłim, çeşnî sehoł bû
qerîḧem wişk, tebî’etim zerd û jakaw bû
zerdexenem axî serlêw, firmêskî çaw bû!
be asmanî hîwamewe estêrekanim
be hezaran şa’estêrey geş geşî cwanim
hemû nuqmî deryay temî řeş û tarîk bûn
wek wenewşey çinraw legeł sîs bûn xerîk bûn
serdemêk bû bê neẍme bû baẍçey jyanim
bê wirte bû naw hêlaney bulbulekanim
lerey dengî şadmanî û neş’em xinkabû
şepolî bay behre û coşim meng řawestabû
telî ’ûd û kemanim pis, kunî şimşałim
besrabû wek: girêy dił û zimanî lałim!
serdemêk bû ne tirîfey mangî hawînim,
ne giznigî hetawî ser lûtkey befrînim
ne lerzînî çînî ser řûy gomawî şînim
ne birîqey dûrî çemî paş zor barînim
ne wirşey gyay mêrgî sewzî demew beharim
ne şiney bay daristanî çiřî nizarim
çeşnî caran day exurpan naxî derûnim
eyhênaye ser hełqułîn serçawey řûnim!
serdemêk bû, serdemêkî dûrudrêj bû
nwênî aram bo min leser çerpayey lêj bû
ne xewm xew, ne xeyałim wek xeyał wa bû
hestîm wêney uqyanûsî jêr řeşeba bû
leşim bê hêz, gyanim bêzar, diłim ẍemgîn bû
hîwam tarîk, meytî ’eşqim tabûtî jîn bû!
nahumêd bûm, wam ezanî derdêke karî
berew pîrî çûn hênawye dyarîy êcgarî!
îtir ebê kuncê bigirim, doş dabmênim
leser mergî ’umrî cwanîm yasîn bixiwênim!
çawenwař bim sakey gerdûn, gerdûnî bê bak
canewerî goř han eda bimkate xorak?
bełam ey yar, yarî nazdar, şořejnî şox!
be lêwî ał, be çawî řeş, çawî řeşî tox
be bałay berz, be endamî nerim û şil û cwan
řewtî şîrîn, ’îşwe û nazî giftugo û cûłan
bem cwanyane ke zînetî beheştî dinyan
bem cwanyane ke le toda hemûyan peydan
lew řojewe dîwme sîḧrî zerdexeney to
dinyay derûn melekanî hatûnewe go
serçawekey ’umrî cwanîm hatotewe quł
baẍçey jînim piř botewe le nemamî guł!...
êsta eger bêt hîç nebê lutfî to carcar,
bimlawênê ey jinî şox, afretî nazdar
qesem be to! qesem be naz! qesem be cwanî!
hemû hestîm eçêtewe doxî caranî
qułpî geşî xwênî cwanî dêtewe leşim
dîsan şebeq eda asoy asmanî řeşim
îtir řabûrd min pîr bibim, yan diłim bimrê
ya bilûrî şadmanîm hergîz gerd bigrê
emca ey yar, ey xwajnî ’eşqim, ey vênûs!
ey heykelî beden le ’ac, twalêt abnûs!
hîç nebê to, bo xatrî cahî epolo
melî şî’irim meydan mede bikewê le go!