bo gewre kiçêk

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1898 views
ey gewrekçî diłber û şox! wextî minałît
dabûm diłêkî puxte be ew řoḧe ’efîfet
tozê win ebûy kirpey ebest ’amîlî ulfet
gerdî le diłim esřî pel û penceyî bazît!
ga emuşî ew řûmete nerme be berî dest
ga şane û gułbaxim eda lew qije zerdet!
ga maçim ekird lêwî qut û çaw û biroy mest
çen satê weha ulfetî tom bûbû be ’adet
takû le piřa kewtime naw dozexî ẍurbet
kem kem sipî bû yadit leser lewḧî xeyałim
êstake le paş bûrdinî şeş sałe be ’ewdet
diłşadim û to dem dem ekey pirsişî ḧałim!
bo řastî nełêm gewrekçî ’îşwe serapa
ewsa nîye ta naxî nîgay dîde berî bê
ewsa nîye ta nawî qiseş dîwî derî bê
ewsa nîye, ewsa nîye, ewsa nîye be xwa!