řencişî me’şûqe ger ’aşiq le berçawî nebê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  598 views
řencişî me’şûqe ger ’aşiq le berçawî nebê
padşeh ’aciz debê her wadîyê řawî nebê
lamebe gêsûyî muşkînit ledewrî xałî řû
mifte bo murẍanî coya dane ger dawî nebê
nehrî eşkim bo medarî dił gelê nef’î heye
nageřê seng asya ta quwetî awî nebê
men’î mujganit meke ba bacî xoy bigrê le dił
şeh be leşkir, çî bida ger kîşwerî sawî nebê?
ba’îse bo puxtegîy dił sozî narî fîrqetit
nanî nabirjê tenûr er germîy û tawî nebê
xawî ẍefłet ’ehdî çawit sehle bo bêdardił
key zebûngîrî deka xergoş eger xawî nebê
barî dił ger hełgirê deşkê betenha gerdinim
ḧamîlî naka semek hemdoşî wek gawî nebê
berde bo dił daşî canim der neka ger ḧukmî xał
dawî bernûy boseye ger daşî kujrawî nebê
her xudadadê neka camey hetîwê bo xuda
wa dezanim her ke bimrê bo kifin cawî nebê
serdimîhrî wa le beyna nawî salimPen name ger nebey
saḧîbî xoy key denasê her segê nawî nebê