hemû şew çaweřêm bełkim be mexfî yarî canî bê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  3442 views
hemû şew çaweřêm bełkim be mexfî yarî canî bê
le tarîkîy şewa şu’ley çira muşkîl nîhanî bê
çiray ewweł şewî qebirim giřey diłme le hîcranit
be sirwey bay ecel şem’î ḧeyatim her ke fanî bê
le seḧray meḧşerîşa yarî min terkî sitem naka
fîday ew şoxe bê řoḧim ke cewrî dû cîhanî bê
lîqa xwahîş dekem daym ke binwênê welê naçar
řezam ḧerfê le cwabit bişnewm ger lin tiranîArabic
be şêwey çenberîy qeddî xemîdey pîrî bêtaqet
debê fîkirê bika yar er ẍurûrî newcewanî bê
becuz manîNamed-Entity, musewwîr qewsî ebroy wî nekêşawe
ke manî neqşî kêşa bê debê herwa kemanî bê
wefa daẍî neka ger dił be kizilk çake dûlet bê
zubanî pêweda ’eqreb kesê sîdqî zubanî bê
řewanî kohken ba taze ka teqrîrî şîrînim
be şîrînîy lebit naga şeker ba îsfehanî bê
xemoşî besyetî salimPen name birînî batînî kuştimî
nîhanî ta be key xwênim ḧenay pencey fiłanî bê