dujminî xûnxiwarî şew bo qelbî meḧzûn hatewe

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  486 views
dujminî xûnxiwarî şew bo qelbî meḧzûn hatewe
tîpî ẍem dîsan leher ser bo şebîxûn hatewe
têk şika dwêşew le tofanî xema keştîyî hoş
bo tenîş emşew le eşkî dîde ceyḧûn hatewe
çend řojê bû le dest cewrî felek asûde bûm
bo musîbet baz beserma keydî gerdûn hatewe
şîşeyî dił bes le kuncî sîneda poşîde bû
baz beserya ẍem wekû sengî felaxûn hatewe
menziłî meqsûdî ’aşiq wek feramoşxaneye
dił ke çû napuxte bû lew ser be mecnûn hatewe
eşkî gułgûn řewneqî hêna mubarek kohken!
swarî şîrînit le xaney zînî gułgûn hatewe
daruwe bo se’bî ’îllet dîdenî dîdarî yar
mujde bê bîmarî ẍemgîn wa felatûn hatewe
xom gelê parast le nezdîkî řeqîb dadî neda
nagehan bo min wekû hemzadî ta’ûn hatewe
ey ’eceb salimPen name le seḧra řû le abadî deka
yarî şarî mujde bê çołgerdî hamûn hatewe