bes nîye perwane wek ’aşiq ebed naxulêtewe

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  570 views
bes nîye perwane wek ’aşiq ebed naxulêtewe
nîmeçerxêke desûtê û ḧałetî debřêtewe
ger le ḧewzî kewsera awî ḧeyat bom des bida
jehremarêke bebê to qet be min naxurêtewe
serbeser ’umirim telef bû ḧesreta bê ’îşqî yar
çû ledest yaran be ẍefłet êste bom nayêtewe
wek yehûd dinya girêy wa da le řiştey talî’im
ḧezretî îdrîs be naxun se’î ka nakirêtewe
řojî ewweł sebtî dił bû ḧerfî ’îşqit bi’d az aynPersian
qet be seylabî ḧewadîs lêy meḧû nabêtewe
ta řeqîb bêt û biçê lem řêye ta dunya heye
derkî ẍem bo salimPen namey bêçare danaxrêtewe