le teref yarewe nobey nezere

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  521 views
le teref yarewe nobey nezere
ey dił amade be xwênit hedere
gehî kîn zehre eger her nîgehî
’uzrî mesmû’e ke lêwî şekere
teştî piř xwêne bedaym sînem
ta mujet bo řegî dił nîştere
weznî yek bose û curmî ser û can
le terazûyî ewa serbesere
serî enguştî debête neyî qend
destî her kes le myanit kemere
wesłî îksîre welê zeḧmete bê
qametî serwe welê bê semere
bo kesê suḧbetî me’şûqî nebê
ḧasîlî her dû cîhan derdîsere
talîbî wesłî kesêkim be du’a
wesłî fîrdews û fîraqî seqere
wextî xende û nîgeh û ’îşweyî yar
salimPen name er zebtî nîgeh ka, hunere