xeyałî nêşî mujganit lenaw diłma wekû tîre

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 2 minutes  588 views
xeyałî nêşî mujganit lenaw diłma wekû tîre
be yadî qewsî ebrot gerdenim nezdîkî şemşîre
řumûzî ’îşq îşkale le ḧeddî qîl û qal nayê;
ne karî kenz û keşşafe ne basî keşif û tefsîre
le her sû ehlî dunya cumlegî gerdenkeçî yarin
beser mułkî diłanda, em wekû şahî cehangîre
bitî min toy û min zunnarî xanit? ciger late
binazim zułf û řuxsarit dełêy qîndîl û zencîre
bebê marî fîraq kuştin nîye gencî wîsal bo kes
be xasîyetî cefay ’aşiq yeqîn eczayî îksîre
çi ḧacet tîrî mujgan řûbeřûy dił řagrî herdem?
bebê temhîdî leşkir xudbexud teslîm û tesxîre
çi muştaqim le tundîda be leb key aşna ḧerfê!
eger tełxîşe her bîłê, lelam wek şekker û şîre
řefîqan! êwe ger aşufteyî yaranî ekiradin
be şoxî, diłberî min xusrewî xûbanî kîşmîre
muceřřed be řefîq, bê, tewsenî nefist becê bêłe
leřêy ’îşqa hemû pêçêkî sed şeytan ciłewgîre!
le dunyada xudawend ḧerfî mufsîd qet qubûł naka
řeqîb hêndey diro kird seyrî řûy ken her wekû qîre!
řeqîb nahêłê qet yarim legeł min leḧzeyê cût bê
le şêwey fîtnecoyîda, xudawenda! çenê pîre?!
řefîq xotan biçin bo seyrî seḧra, kewtuwe salimPen name
sefer mumkîn nîye lem astane, xakî diłgîre