ta taqe le sînem diłî ẍemdîde le koy tû

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  775 views
ta taqe le sînem diłî ẍemdîde le koy tû
meşẍûłe wekû kûkuyî wêrane be kûkû
wesiłit semerî řencî minî zarî çe dêr da
wek mewsîmî guł ’ehdî çi dêr hat û çe zû çû!
bo terkî cefa bêhûdeye labe û zarî
xo ta be ebed cewher û qanûne le guł řû
piř muşkîle lem ḧałe bika çareyî derdim
bê boyî şîfadarûyî to fikirî erestûNamed-Entity
wa sîřřî hu aliḧqArabic beyeqîn keşfe le xatir
her hû huwe şuẍłî diłî ẍemdîde le geł hû
ebnayî ḧebeşzade çe meqbûłe lelay řom
danîştiwe be zanûy edeba çakîrî hîndû
bo sîdqî qisem badî seba şahîde ba bê
bê boye lelay tuřřeyî to nafeyî ahû
salimPen name beserit ta qeresûNamed-Entitym lêwe dyare
bare le diłî xeste elem wek kelî şahûNamed-Entity