eger destim degate goyî pustan

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  907 views
eger destim degate goyî pustan
dekem goy metłebim bîrûn le meydan
le ẍemzey towe dił řûbîn tenêke
becê mawe le tîrit beskî peykan
beraber leşkirî keyxusrewî ’îşq
gurêzî da xîred wek şahî tûran
bizanim ger hîlakî mudde’î dê
le firmêskim deřêjim řengî tofan
simî goř û serî behrame cêy tîr
nîgah ahûyî min ger bête meydan
leřûy deryayî ẍem xwênzaye dîdem
lecêy lu’lu’ sedef piř bû le mercan
kefî ’eqłî biřî dił wek zuleyxa
be tîẍî ẍem le ’îşqî mahî ken’an
eger diłber qubûł ka dînî tersa
diła to weyseNamed-Entity bî, ger nebye sen’anNamed-Entity
le giryey salimPen namey diłdade diłber
debê xuřřem wekû gułşen be baran