le diłda çunke her xwênim dexwa ẍem

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  843 views
le diłda çunke her xwênim dexwa ẍem
be tedrîc eşkî xwênînim deka kem
semek dênête cunbuş eşkî şorim
melek degrî leber te’sîrî nałem
xeyałîşî wekû xoy weḧşe, diłber
nefes degirim le diłma nek bika řem
benefşe kewte jêr sunbul leser guł
ke têkeł bû, le subḧa zułf û perçem
nîhan nekira kebabî dił le eẍyar
çi zû teşxîsî da bonî henasem
le diłmaye ḧecî ke’bey xeyałit
seqay çawim degêřê awî zemzem
řuxt bo mûsîy dił ateşî tûr
demit bo derdî min ’îsayî meryem
dezanim dête ser çî karî salimPen name
ferîbî çaweket deyka be bel’em