bo řewacî qelbî bê qîmet, minim seřřafî ẍem

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  506 views
bo řewacî qelbî bê qîmet, minim seřřafî ẍem
řengî zerdim sîmî safe, qetreyî eşkim direm
şořşî deryayî eşkim bo hîlakim hatewe
ten le gerdişdaye wek keştî leser gerdabî yem
bo nîgahî merḧemet îstade û gerdenkeçim
wek geday muflîs le řêy mun’îm be ummêdî kerem
neqdî can û dił dedem, bey’en, be bosey ew cîhan
lem cîhane ger biqebłênê be dił tuřřey selem
ḧeyfe salimPen name lem dere bikujî be peykanî nîgah,
xarîcî erkanî dîne kuştinî seydî ḧerem