xerab bê xaneyî dił her wekû xaney xerab kirdim

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  935 views
xerab bê, xaneyî dił her wekû xaney xerab kirdim
xudawend abřûy dîdem berê wek abřûy birdim
heta zîndûm deçênim tuxmî her xarê le dił bełkem
ke bêy bo ser mezarim damenit bigirin eger mirdim
debînim mûy mujey mûrîçe mîslî zeřřebîn mîr’at
le fîkirî mûşkafî mûy myanit wa bedił wirdim
le sermay qewsî serdî mîhrî toda wa beyek hatim
le řêy çewganî mîḧnetda wekû go da’îmen girdim
bebê seddî tenim bo dił, řehê ẍem kwa leber eşkim?
hemîşe bo ’ubûrî qafłey cewrit wekû pirdim
mih pars zibanim gifit:Persian salimPen name, şirḧ ḧalit guPersian
witim: cana bełed nîm îstîlaḧî êwe min kurdim!