terîqî ’îşqit er win kem terîqî deştî meḧşer bim

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  833 views
terîqî ’îşqit er win kem, terîqî deştî meḧşer bim
qyamet namewê cennet bebê to ger muxeyyer bim
henasey serdî piřsozim be yadit ger le dem bibřê
le sozî fîrqeta yařeb serapa mîslî exger bim
ke şeytanîş sitêzem da xeyałî dane qet nakem
letaw derdî cefa em def’eye lem dawe ger ber bim
be payîn hat şewî hîcir û nesîmî subḧî wesił engût
berim de ey tebî ẍem wa beyane ba sebukter bim
be yadî bûseyî le’lî lebit ez bes ke lebxuşkim
ebed tîşnem eger feřzen le goşey ḧewzî kewser bim
temame xom weha gum kem be nakamî ledest cewrit
heta demirim benayabî wekû gogirdî eḧmer bim
řehî koy diłberim dûre be salimPen name nageme meqsed
le perwazî tełebda ger betundî wek kebûter bim