syahîy kaẍezim çî bê? sewadî dîdeyî tarim

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  459 views
syahîy kaẍezim çî bê? sewadî dîdeyî tarim
le qasîd zûdter, bełke bibînim řûyî diłdarim
le teḧrîratî ’aşiqida, wereq řesmêkî metrûke
deka efşan mektûbit, serapa eşkî gułnarim
be mîslî zułfî şebřengit syah û derheme řojim
wekû şerḧî fîraqit, her teřef aşufteye karim
çi ḧacet pursişî eḧwałî aşuftem le qasîd ken?!
seraser wesfî gêsûte hemû mezmûnî tomarim
be řengî kaẍezî bê xet sifîde çawî tarîkim
wekû zułfî perêşanit syahe bextî edbarim
we çake nameyî sadîq be xakî pêt muşeřřef bê
be mîslî «sad»y sadîqNamed-Entity, waye daym, çawî bêdarim
legeł nuqtey meḧebbet key cuda bû xatrî salimPen name
le dewrî name û qasîd, be dił wek nûkî peřgarim