tîrî ahî subḧigahim řenge kunkun ka felek

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1116 views
tîrî ahî subḧigahim řenge kunkun ka felek
eşkî ateşnakî min, teḧqîq egate ser semek
dûr le to dûrim le xew nezdîke mergim řoj û şew
mîḧnetî dûrî hemîsan řîtye naw çawim nemek
bo pyadey wesłî yar esbabî negbet zor ebê:
fîkire řêm û ẍem swarim, derd û hîcranîş yedek
mirdinim pê xoşe nek diłber keder ḧasił bika
min serapa narî ẍem bim ew dełê: sûta, derek!
ey tebîb ger to filatûn bî deway min zeḧmete
ta nekem teqrîr lelat eḧwałî derdim yek be yek
pêm biłê, ey ’îşweco! to caduyî ya saḧîrî?
bem qerare qet lelay min diłberî naka melek
zułim û fêłî lê meke salimPen name, diłî more be zor
asman! řeḧmet bibê to bî xuda takey keçek