xałe! wa bexşîm be hawlaqîyî to, dêłî bełek

dir wisif xalh ’izîz
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  546 views
xałe! wa bexşîm be hawlaqîyî to, dêłî bełek
maynî kwêtîy efendîş bo enîsî bozî sek
mewcî beḧrî arezû, ger seddî sebrî řařfand
to hełêre piştî dêł û boz leser kwêt wek kełek
mirqemirq û qûřeqûř û kûřekûř û ḧîleḧîl,
kwêt û dêł û boz û to bezmê bîna nên yek be yek
dapeřîn û hełpeřîn û her peřîn û her tiřîn
her le boze û towe bê em sewte wek dêzexeřek
dêł û kwêt, ger ḧamîley to û espî boz bin, wextî jan
boz le kwêt uştur debînêt û le to dêłîş dełek
ger leřî gahî peřîn bin boz û to, tedbîrme:
ew be kirşeco qełew kem, to be aşî mercumek
ger tewaw uftade bin, hem ẍem mexon, ferbîh debin
to be êsqanî fiřûc û boz be xepley co û kepek
kwêt bigêy firsette, boz û dêł bigêy dûşeşte xał!
ba bizanîn çon denîşê tasî neřřadî felek?!