be dił wextî nîgeh mujganî diłber

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  528 views
be dił wextî nîgeh mujganî diłber
deka karî senanî tûsî newzerNamed-Entity
sewadî çînî zułifit wek şewî tar
beyazî ’arîzit wek mahî enwer
heta to dernexey wextî seḧer, řû
tulû’ naka le meşrîq şemsî xawer
be řengî diłberim teḧqîqe îtir
’eqîme maderî dunya le duxter
mujet bo dił depřijê gahî îma
wekû perwazî şahîn bo kebûter
ferîbî qerzî bûsem dey le dunya
yexet degirim leber dîwanî meḧşer
le mujgan û biro kêşawye çawit
beraber bo diłim şimşêr û xencer
meke teqrîrî ’îlim û fezlî salimPen name
be awî ’îşqî to şuştûye defter