be çîn girtûye zułifit girdî řuxsar

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 2 minutes  724 views
be çîn girtûye zułifit girdî řuxsar
çilon saziş deka marit legeł nar?
be xwên bê dił, be germî bête ser cerg
eger bê to diłim şad bê be gułzar
dełêm: wek qamet û řûte meh û seru
ger em saḧîbqeba bê, ew kulehdar
eger şebha bebê to xwabgahim
peřî qû bê, le pehłûmaye wek xar
seba sa bê beser gêsûyî yara
demaẍim xuşke bê boy muşkî tatar
tulû’î kird ke xurşîd ayney girt
le subḧa ’eksî mahî kird nimûdar
ti’alî alilhArabic çi sîḧrêkî bîna na
le nezmî xał û zułf û çaw û řuxsar
řeşî kird û biřî, xem bû, muzeyyen
be ẍaze û sûrme û mîqraz û peřgar
be sunbulzarî zułfa kewte naw baẍ
le şewda dił wekû şebgerdî huşyar
çinîy, girtî, gezî, boy kird û lay da:
benefşe û sunbul û sîb û guł û nar
le wextêka legeł to aşna bûm
ne manî’ bû ne ḧacîb bû ne eẍyar
be řûma wa le ebro tîẍî kêşa
wekû seyfî ’elî bo seffî kufar
ne pêy řoyîn, ne řê bo destî koşiş
îlahî! kes nebê wek min giriftar
dekêşê xwênî salimPen name ḧerfî îsimit
wekû mensûrNamed-Entity eger bibrête ser dar