binûsim çon le hîcrana be yarî sîmber kaẍez

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  847 views
binûsim çon? le hîcrana be yarî sîmber kaẍez
deka gum dûkełî ahim leber meddî nezer kaẍez
çi ḧacet mînnetî bałî kebûter hełgirê namem
ke peř bo teyyî řahî koyî to dênête der kaẍez
le tendûrî fîraqa afetî mektûbe giryanim
wekû pişkoyî agir xwên be germî dête ser kaẍez
le bendî dîqqetî wesfî myana nuktebazêke
le perdey me’nîya piř şehde mîslî neyşeker kaẍez
le cîlwey şe’şe’ey wez’î cemała ẍerqî peřtew bû
îḧatey şem’î me’nîda mudewwer wek fener kaẍez
çi ḧacet pursişî eḧwałî aşuftem le qasîd ken?
deda xettî perêşanî le eḧwałim xeber kaẍez
le feḧway şerḧî narî fîrqeta sûta diłî dujmin
ke nûsî salimPen namey bêkes be xûnabî ciger kaẍez