ey pepûley hejarî řengawřeng

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  464 views
ey pepûley hejarî řengawřeng
bifře bo xot beser guł û çemena
le şeqey bał bide be sed aheng
le derudeşt û naw çya û dewena
***
çende cwane ke efřî pêçaw pêç
her henasey le şwênê mîwanî
řêy fiřînit biłind û xwar û xêç
bê wey û şadman û xendanî
***
xozge dû bałî çeşnî tom desekewt
pêy biçûmaye naw çemen bebeyan
guł zyaret bikem beřîz şeş û ḧewt
hełmijim bon û maç bikem peřeyan
***
xozge wek to be taqî tenyayî
řambiwardaye dûr le xełqî zencîn
cêm çemenzar ebû be şeydayî
bê ẍem û derd û dûr le buẍiz û qîn
***
xozge wek to le goşey dinya
tê bigeymaye çende serbestî
bê ẍem û kełkełey cîhan û siza
wekû to dûr ebûm le diłpestî
***
ey pepûley hejarî êsk sûk
to besezman û hêmin û mezłûm
bîrî gewret heye û serêkî biçûk
felsefey jîn le to buwe me’lûm
***
ey melî bê hewa û kîbir û ẍurûr
bifře bo xot be ’erd û asmana
bifře bo xot bezemzeme û besrûr
keme hawtat le kirdewey cwana