’eqîdeyekî xirap û berbad

xewbînînî kurdewarî
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  507 views
’eqîdeyekî xirap û berbad
lenaw mîlleta mawe bê binyad
ewîş ’eqîde be xewbînîne
gwaye hemû kes pak û bedîne
ḧezret ke fermûy rؤya alsalḧînArabic
delalet eka le pyawî bedîn
enbyay kîram, ewlyay kîbar
xewyan tewaw bû be emrî cebbar
hemû xewêkyan emrî yezdan bû
ke hatnedîşî yekcar asan bû
emřoke ’îlim le mu’cîzate
seyrî xew kirdin zor xerafate
bełam êstake lewsa cyaye
ne ’esrî nebî û ne ewlyaye
em ’esrey ême xoxoyî bawe
ew kerametey pêşû nemawe
tesewwiratî wextî bêdarî
dêtewe xewman wekû hoşyarî
zor car hendê kes ke xew ebînê
boy peya ekat îbin sîrînLocation ê
be sed řeng me’nay lêk edatewe
hêşta diłîşî aw naxwatewe
le hełebceLocation bûm řêm kewte mizgewt
duwanim dî yekem zubanî nesrewt
witî le xewma lewḧeyekim dî
řengî řeş bełam be xetî sipî
le naweřastî weha nûsrabû
fiłan kes haka tûşî qeza bû
witim em xewe nabê be esas
hîç diłî xoyşit mexere weswas
witî wa çake xeber binêrim
agay le xoy bê min xawen xêrim
řojî qezake bîst û sêy mang bû
şukur ew pyaweş le qeza derçû
’ewamî ême çunke cahîln
da’îm talîbî fîkirî batîln
yekê ’aqił bê gwê nadate xew
naşpirsê me’nay çîye lem û lew
şa’îrî meşhur ke nalîLocationy nawe
em şî’re cwaney boman danawe:
«te’bîrî xeyał û xew eger bête ḧîsabê
#
derwêş û geda şah û, ebê şah geda bê»