sed şukirî xuda pake derûnim le ’edawet

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  591 views
sed şukirî xuda pake derûnim le ’edawet
wek be’ze kesê nîme diłî piř le qesawet
eḧwałî syaset ne epirsim ne ezanim
’aşiq be qisey ’aqił û danayî zemanim
qet çerxî felek nakeme dujmin be jyanim
çon dêt û deçê lekkeyî ew naxeme şanim
qerzî em û ew naxeme piştigwê be fiřufêł
bo nanî belaş nîme xeyałê ke bibim wêł
swałî ’ereq û elbîse û qondere nakem
meylî şeře cirit û qiseyî mesxere nakem
xû nademe ser konken û ser poker û řamî
gwê nademe ser şî’ir û ẍezelyatî ẍeramî
em řêye ke girtûme lelam řast û řewane
bem řenge jyanî beşerîye çi cwane