biřwane asmanî şîn

newrozî 1948
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  653 views
biřwane asmanî şîn
biřwane deştî řengîn
biřwane guł û nesrîn
beheştêkî zor şîrîn
***
ełên emřo behare
wiłat bûkî nazdare
řazawey kirdigare
diłxoşîman lê dyare
***
biřwane lawanî jîr
yekdił wek ḧelqey zincîr
řołey nîştimanî pîr
beberzîy wiłat hawbîr
***
řû le deşt û seyranin
diłxoş û şadmanin
çunke gencî meydanin
emřo be cejin ezanin
***
kîjołekanî nazdar
xanmołey şîrîn kirdar
çaweřwan bûn ke behar
leser benden bêne xwar
***
bełam supas bo yezdan
newrozî dîsan řexsan
êmeş eykeyn be seyran
bo kurdu bo kurdistan