ew cêyexoşe nawî berzane

bo barzanîyekan
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  519 views
1
ew cêyexoşe nawî berzane
mełbendî kurd û cêy ser berzane
qełay kurdizuban
çawî nîştiman
bo kurd piştîwan
xwênî bêganey têda herzane
2
ew diłpakane fexrî wiłatin
bo berzîy ême zor be’awatin
be mał û be ser
be xwênî ciger
gişt bûne senger
bo serbestîy kurd zor besebatin
3
çend car hestawin beramber dujmin
şeřyan kirduwe têkřa pyaw û jin
le şeřa pispoř
kurdî silaḧşoř
dujminyan çawşoř
kołyan nedawe bo řêy serkewtin
4
ey xwênpakanî xakî kurdistan
dirêẍî meken bo xêłî barzan
le her kwêye bin
le řiqî dujmin
qedryan bigirin
çunke bo ême bûne piştîwan