fîdat bim bayekey wextî beyanî

bayekî beyanî
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  772 views
fîdat bim bayekey wextî beyanî
legeł to xoşe lay min zîndeganî
kej û deşt û çemen ebřî le nakaw
le pîrmam û le qopî û mêrgepanî
gehê qendîl eçî geh dewrî sûrkêw
serew jûr car becar lay gołî wanî
wiłatî kurdewarî řaguzerte
beserbestane meşẍûłî geřanî
beyanyan min xerîkî ga, mełasim
le jûr sermî weku awatî gyanî
le sozey fênkit wa dête bîrim
ełêy heste eger pestî jyanî
ẍubarî naw leşt dermane bo min
peřî sîmurẍe bo nerim û nyanî
le katêka xewałûm xołî çend cê
le çawim ke kilêke esfehanî
be bonî ew wiłataneş ke dîwte
bihenwe mêşkim ey hawřêy nîhanî
eger to em nyazem cêbecê key
minîş peyman ekem řast û řewanî
beçawî kał û lêwî ał û xiřxał
îtir tefre nexom wek nanî nanî
beçîhrey yar û ’îşwey dił nebestim
bexende pê bikenim toş pê bizanî
şewî wesłî binême ’astî pişt gwê
be’eşqî yar neçêjim şadmanî
serim terxan bikem bo derdî hozim
diłim coş dem be’eşqî nîştimanî
fîdat bim bayekey wextî beyanî
le kwêy hełke. were hawřêy nîhanî