be çawit swênd exom ey yarî nazdar

peyamêk bo yar
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  984 views
be çawit swênd exom ey yarî nazdar
diłim lay to bû, taku par û pêrar
beřoj her hatuçom bû bo temaşat
beşew wek kotrê bûm dem behawar
weha cêgîr bû wêney to le serma
xew û xorak nemabû lam beyekcar
bełê xoş bû lelam ew toze jîne
ke řamanbiward bekwêrîy çawî eẍyar
xuda hełnagrê toyş diłnerim bûy
beramber min beguftar û bekirdar
bepenhanî le goşey çawekanit
demim şîrîn ebû mangî hezar car
le tarîkîy şewa herwa lebîrme
min û to pêkewe bûyn wek guł û xar
ewende lutfî tom dîwe eger bêy
letim key cumge cumge nîme azar
bełam êsta ebê to lêm bibûrî
wekû caran ke nîme meylî dîdar
şewê řêm kewte lay hendê birader
bekurdî têgeyştûy ehlî naw şar
yekêkyan pêy witim wek serzeniştê
besêtî serperiştî xał û řuxsar
girîman peyřewî ême nezanî
be’eş’ar û bekirdar û be’asar
leberçî bulbulî xoş xwanî yarî
le cyatî nîştiman û kurdî ẍembar
leser to ferze bo berzîy wiłatit
şew û řoj her binûsî nesir û eş’ar
keçî to şî’rekanit buwete gałte
bebasî wirde xał û zułfî diłdar
witim yaran bepare û ’îlim û xizmet
minîş xo nîme ’îlim û zêř û dînar
bełam şerit bê heta mawim le dinya
bekirdar û be’eş’ar û be’efkar
dirêẍî qet nekem bo nîştimanim
hewł dem min benûsîn û beguftar
lemin diłgîr mebe ey yarî gyanî
le ’eşqî nîştiman kewtûme hawar