şewanî silêmanî

ewaney seferberyan le yade ew karesateyan dîwe
From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  825 views
şeqamekan û gełay zerd
kûçe û hezaran diłî berd
le koşî şewêka bûn mat
şadî wirtey lê ne’ehat
le jêr postała wałay bûk
mîzraḧî kuřî êsk sûk
pêşêl bûn legeł çawî cwan
xunçey řûmetî minałan
bîgirin singî kif û nerme
leş û larî cwan û germe
řaweste demit, maçî dem
ba sersingîşt maç bikem
şîtał derîxist singî pan
têy řija tirîfey asman
dujminî řiswa û tirsinok
bo dîlî şeng hate ser çok
demî guşî şîrî etik
xoy sû le řûmetî nask
jine kurdî dîl bangî kird
«abřûy diřindeştan bird»
êwe û gewrekeştan sûkin
perwerdey baweşî etkin
emey wit û xoy řatekan
mêşkî xoy be berdêk pijan
dway tawêk kuřanî geřek
têkyan şikan dujmin û çek