çiłêk erxewan

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  852 views
wek heng nawî demîm mijî
witim: « ax to biłêy bijî»
korpekem pyaya hełzina
pêy wit: «babe legeł mina»
were bo naw řezî çya
girya û diłî minîş girya
witî: babe eçî bo řaw
witî: ne’ bo çemî xwênaw
çiłêkim daye erxewan
witim: bo yad hawřêy jyan
şew bû le pena berdêka
dujmin peřey diłî pêka
estêrey wişey kurdistan
hełhat le asoy lêwî cwan
ew katey çawî lêk ena
lenaw baweşî mirdina
legeł yadî mina dwa
erxewanekey min řwa