diłkird

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  764 views
honrawet bo ełêm betam
piřî bê le tezûy aram
birîskey lê bê wekû řût
wirşedar bê wekû yaqût
toş honrawey wa hunerçin
bihonerewe bo gerdin
***
honrawem heye wek kułim
geşe ey nazdarî diłim
gyanekem min pêt ebexşim
honrawey wa cwan û geşim
toş demî binêre ser dem
ba geştir bê honrawekem
***
etdemê xoştirîn hełbest
aw bizênête demî hest
xoş bê wekû çirpey demit
layberê le diłta xemit
key to be tasewe mijît
ełêm ey honrawe ejît
***
honrawe ełîm bo bałat
bo singî berzî bêhawtat
toş awrîşmî honrawey cwan
leber ke ey perîy asman
herçîm heye honrawey wird
berhemî şîrînî «diłkird»
eybexşim be lar û lencet
be naskîy dest û pencet
toy honrawey jyanî min
jyanî şî’rekanî min