lar û lence

From the Book:
Guɫ Estêre
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  576 views
ey lar û lence to telîsmêkî
tezûy agirîn enêyte xwênim
wek wirujmî tîr diłim epêkî
erê kiçî şox çonit bidwênim
***
ta ew agire lenaw lerînî
singî nerma bê aram naçêjim
katê ke qołî şil ecûłênî
nim nim firmêskî tasem eřêjim
***
katê etbînim serincî çawim
eçeqête sing pêstî naskit
lankey awatî diłey sûtawim
ecûłêtewe legeł baskit