kamil

kamil gyan hergîz lebîrim naçîtewe
From the Book:
Agir û Jîle
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 5 minutes  717 views
ey bałindey şî’rî ẍemgîn
ba pêkewe bikeyn beşîn
giryanêk bigrîn germ û guř
esrîn biřêjîn lêł û xuř
were naw hêlaney diłim
gwê bigre le giryey kułim
bizane çon firmêskî lêł
eřjête ser řûm germ û wêł
dexîlit bim pênûsekem
têr bom binûse be matem
binûse le hełbestî wird
bo ew yadey diłî sist kird
bo ewaney cergyan biřîn
dêřî şînyan bo enûsîn
ey bałindey awazî hest
ba bigrî diłî mat û pest
xwênî cê pencey le xodan
firmêskî çawî piř le jan
diłop diłop leser řûy jîn
enûsin şî’ir û dêřî şîn
ke bay xezan gułî weran
xunçe dest eka be giryan
ey ke xunçey nask werî!?
xełkîne texwa kê bigrî!
ebê dar û berd û dewen
şexeł û řûbar û mełben
ebê çił û wişke gełaş
tûtiřk û biniçk û pełaş
ebê payîzîş û huzar
bigrîn besoz, bekuł, bezar
bo koçî kamlî azîz
egrîn gułałeş û payîz
le sîrwan cilî řengawřeng
egeřê bo kamlî şeng
parçey kirase sipîyekey
legeł dugme û çimk û yexey
egeřên bin dare û bin dar
bo kamlî şoxî nazdar
nazanin le jêrxana bû
mird û,...., giř le diłman ber bû
le tarîkîy «jêrxanêka»
aw wek gulle diłî pêka
kamil gyan daykîşt nema
êste bekuł le xoy bida
bełam şarekeman begişt
bo koçî to firmêskyan řişt
şêwan bû katêkî nawext
pêş hêrşî řehêłey sext
kiras û kelupelî û cil
hemûy danabû kak kamil
biřwa bo xwêndinêkî berz
lepiř asman ke hate lerz
diłî gencî naye jêr xoł
legeł laşey daykî kiłoł
lafaw ke geyşte heywan
dû gyanî pêkewe fiřan
kamlî axnîye jûr
daykîşî řamałî bo dûr
wekû pena berê bo şar
kamil gyanî biken řizgar
yadî kamlî lawî jîr
zor lawim dênêtewe bîr
şewêkî hênamewe yad
ke çon kuřêkî dił azad
lawêkî azay şox û şeng
nîştimanperwerêkî meng
perçeme zerdekey be xwên
sûr kird û berdî kird be nwên
nexşêkî ałî kird le řûy
nûsîbûy ey law nemirdûy
wek qaremanêkî nemir
le parçey dił qeme û agir
daremeytêkyan bo nexşan
bû be mîwanî şehîdan
kamil yadî ewî hanî
be perdey gwêma çirpanî
ke çawim lêkna be bêdeng
karwanî şehîdanî şeng
hatin be wirdî têpeř bûn
giř ber bû le bêxî derûn
ey «fa’ze»y perçem zêřîn
«sozan»! ey firîştey şîrîn
yadî êwe legeł serko
le diłmana bû be pişko
çon? bûn be gułî erxewan!?
be xunçey gułałey seywan!
boçî demî biçkole û sûr
pencey naskî wek bilûr
bibin be towî perşî gił
bibin be nêrgiz û be guł!!
karwanî merg berew neman
kewte řê pîr û kiçî cwan
kamlî serqafłeçî merg
giřî berda le dił û cerg
em behare gułałey herd
her dem ebê û kułmî bêgerd
inca, key! le lay ême guł
her řûmet nebuwe û peřey dił?!
kamil: ey xoşewîstî law
le wirşey zerdî xoretaw
le diłopî şewnimî wird
le pełey gułałey ser gird
le birîskey xunçey nask
samał wek desmałî tenk
le estêrey be wirşe û şîn
le beharî teř û řengîn
le gişt cwanîyek wer’egirim
êklîlêktan bo eçnim
eyhênim bo seywanî xem
lewê têr şîwen ekem
goyjey ẍemgînî gerdinkeş
hewrî bor egrête baweş
wek neyełê biçin bo şar
bîken be qirîşke û hawar
dîsan kułim û çaw û biro
řaden bo çemî tancero
diłî lawî piř arezû
wekû ẍunçey nepşikutû
tûř den bo naw awî besam
legeł tase û hîwa û meram
pîremegrûnî mat, diłteng
enwařête asmanî meng
wekû tołey kurdî bwê
diłî derûnî nasrewê
enwařête goyjey nazdar
pałpiştî şarî mat, xembar
wekû biłê ey goyjey cwan
bo řêt da be terze û baran
hêrş berin bo şarî kurd
şîwen tîj ken bo gewre û wird
kamil: wêney şîrînî řût
hî řûy geşî taze pişkût
be tîşkî giznigî qedpał
be wirşey gelawêjî kał
kêşrawe leber çawî min
ta mawim hergîz nabê win
şerit bê le seywanî derûn
gořtan bo bikem be ałtûn
gořêk le zêřî xoşwîstin
lebîrmanin takû mirdin
êware bû supay kuştin
kewte qełaçoy gyan kirdin
awazey ew řoje tałe
giryan bû, zirîke û nałe
le xodan, hî singî nask
dengidanewey girye û henisk
neẍmeyekî wayan lêda
bendî dił tał tał epsa
zor ’irûsîy xincîlane
êste kelawey wêrane
ew şwênaney minałî wird
bepol yarîyan tya ekird
řoçûnete cergî zemîn
wek gořî ber lêzmey betîn
çolekey ser dirext û ban
hî ser gwêsebane û heywan
yan leser banîjey řûxaw
êsteş kasen letaw lafaw
ewanîş xwêndinyan ẍeme
neẍmey witnyan mateme
***
ey kamil: be çawî geşt
be gilêney çawî řeşt
be kiçî xinkawî şîrîn
bew diłaney botan egrîn
swênd exom be seywanî ał
zirîkey dayk bo minał
lebîrmanin ey kake gyan
her firmêsk eřêjîn botan
ey yadî lafawî xwênřêj
bûm be şa’rî şîwen bêj