behar

le hemû şitêka cwanî
From the Book:
Agir û Jîle
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  655 views
befrî ẍemgîn twayewe řengî gułim naçêtewe
xunçe taray sûrî poşî û gerdinî naşkêtewe
wek çilûrey řojî zistan em gułem natwêtewe
tîşkî xore wirde, wirde her wekû ałtûnî xaw
twayewe naw awî çem hesta le çem pirşingî aw
taşe befrî lûtke her wek leşkirêk «bêt» û be zîw
tîşkî zêřînî behar dway kewtuwe bîka be zîw
bîřjênête demî çem řay bida ta cergî şîw
wa gułałe şewnimî nwand bo melanî nerim û noł
bû be aheng lew çyayey dwênê mat bû, çoł û hoł
wirde befrî sêberî mełbendî berz tasêkî sûr
nerme pirşingî giznigî têkeław wek wirde nûr
her ełêy tasêkî ałtûne û leser gerdin bilûr
suxme «guł», serpoş, temî nermî tenk
bû be milwankey milî kej awî befraw tik be tik