cemîle

From the Book:
Agir û Jîle
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  970 views
cemîle gyan: selmanit be diřinde împiryalîzmîye feřenseyyekan ke dujmine gewrey řobsipîrin...
ey cemîle...
siław le agir û jîle
le ḧeyrana, le lawka
katê kiç legeł bawka
hełmet eben berew mirdin
berew qełay sextî dujmin
le hêrşî serkewtina
le katî «bo gel» mirdina
katê le nizar, le mełben
emansûtênin bo weten
nawit wekû wişey nemir
eřjête naw gerûy agir
ey cemîle...
siław, le agir û jîle
leser zincîrey gird,... çya
lew şwêneda mang be tenya
enwařête xwênawî geş
zamî dił egrête baweş
be tîşkî sûrî agirîn
ba wêney tewrêk bikêşîn
wêney tewr û des û bomba
wêney řûy cemîley aza
ba le derbendekey bazyan
ke dujminî kurd egryan
lew şwêneda, şwênî hera
ke ałaman «tya hełkira»
ba le çya, le şîw, le herd
«cemîle» binûsîn le berd
werin ba be sirûdî ał
legeł sozî gerûy şimşał
zîndan bênîne lerze û coş
řaypeřênin şarî xamoş
***
ey bałindey hestim be guř
bifře bo naw biłêse û giř
bo «cezayr» xakî jîle
biłê be xuşke cemîle
«siławî girdekey seywan»
«siławî germî nîştiman»
pêşkeş be to ey kiçî law
ey perwerdey giř û xwênaw
ey cemîle...
siław le agir û jîle
le hemû şwênî kurdistan
basî toye ey qareman
çunke kiç û kuřî êmeş
ke řû ekene giřî geş
natirsin wekû to azan
le merg û siza bêperwan
«kiçekey neẍede bexşî»
«bo kurd her dû çawî geşî»
ey kîjołey bomba hawêj
bang ekeyn «zordarî xwênřêj»
nekey des û pencey mirdin
«tewr» dirêj key bo gerdin
«tawanbar danê tewreket»
jêr nakewê hêzî mîllet
ey xakî agir û jîle
hezar siław le cemîle