ewa cêt dêłim ey daye be ’umrî bîst û yek sałe

pê sipêrî
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  450 views
ewa cêt dêłim ey daye be ’umrî bîst û yek sałe
le bêx û řîşe derhatim wekû lale û gułî jałe
leser tabûtekem tuxwa biřêje eşkî wek zimřût
bigate lay xuwa ah û henase û giryet û nałe
be dengî berz û nałey diłtiwên, bem core bom bigrî:
kuřim řo, řołekem řoye, şehîde û kifnekey ałe
ewa min xom becêm hêştî bełam ey daye gyan tuxwa
fîraqî min le dił derke, xefet zor naxoş û tałe
eger min xoşewîstit bûm, be yadî min hemû carê
biço lay dulberim maç ke lecêy min ew dem û xałe
egerçî cewr û qehrî ew buwe qatił be kuştî dam
bełam zînhar dexîlit bim diłî meşkêne mindałe
mełên dîwane bû xoy kuşt le řêy ’eşqa ke wa řoyîm
leser meytim biken şînim şehîdim kifnekem ałe