her wekû kuştimit be naḧeq nurî çawanim meřo

cêm mehêłe
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  1586 views
her wekû kuştimit be naḧeq nurî çawanim meřo
ba’sî jîn û mematim nurî çawanim meřo
to ke cêt hêştim îtir min wextî şînim hatewe
kê heye def’î bika lêm nurî çawanim meřo
min ke kujrawim bełam her taqe maçê xwênme
sa bide tuxwa necat bê nurî çawanim meřo
şewqî xorit lêm nedato eyke çon wişk bêtewe
befir û quř, lafawî çawim nurî çawanim meřo
ger eto řoyît îtir min řû le kwê kem bo necat
let lete cerg û henawim nurî çawanim meřo
min heta key her le ḧesret şîn û waweylayekem
besyetî hênde ax û ofim, nurî çawanim meřo
way le dest dewrey zemane çende keç řeftare bom
wergeřa wek wergeřay lêm, nurî çawanim meřo
em hemû derd û fîraqem bo qumê lew aweye
ye’nî yek maçe le kułimit nurî çawanim meřo
ali’icbArabic bo agirt tê bernebû eḧmedPen name ke wa
dił wekû kûre esûtê, nurî çawanim meřo