meraqî wa le diłmaye heta qyamet îtir besme

řazî bûn
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  504 views
meraqî wa le diłmaye heta qyamet îtir besme
le ḧeşrya minim da’î ewîş şahîd îtir besme
ke xwênřijawî naḧeqim le dunyay řûn û berbada
be bergî sûrî xwênînim şehîdêkim îtir besme
beřastî pêt ełêm ey yar bike baweř tu bî qur’an
le batî xwênî xom walilhArabic ẍubarî pêt îtir besme
be zatî yarî bêçun memkuje tuxwa bike řeḧmê
ewende dême ber vapîyeket lewê bim min îtir besme
be zorî têmege qurban ke har û şêt û şeyda bûm
leber ew derkeyî toda eger bimirim, îtir besme
le qebra bim be seywana eger hatû řaburdî
lepaş mirdin ebim zîndû ewîş key to îtir besme
be çawpêkewtinî řûy to wekû şahî silêmanim
leser textî ewm saḧêb nigînîştim, îtir besme
be eḧmedPen name to bike řeḧmê ela ey şemsî dewranim
be ẍeyrî xwaperistî tom, giznigit bum îtir besme