kawêjî lemêjîneyek

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  538 views
ewsa ke xurde payekî bê maye bûm le tereẍeLocation û paşan le bokanLocationê dejyam. le sayey małe êlxanî û be taybetî kuřanî ḧacî bayzaẍa, le zordaranî lawazxor parêzrabûm. degeł eḧmedaẍa û qoc beg, meraqî qisey qořman bû, demelaskey se’dîPerson û ḧafizPerson û mafzim dekirdewe -ke êsta le bîrçûnewe dû řemezanname nebê - ke ew serdeme gutûme û birdûme bo eḧmedaẍa:
şaban bo sefer girtî tedarek
lêm wejûr kewt mangî mibarek
hestam leberî, gelê be qedir
be xêrim hêna û birdime lay sedir
bertîlî derd û bêgarî dwayî
kebabim bo kird, bom lêna çayî
wêstam řû beřû ta řoj des nezer
şewgar ke řabird, nizîk bû seḧer
’erzim kird: çone lêret debînim?
xo nethênawe mayey lerzînim?
fermûy: nayewê bibî bê seḧet
zor lemêje hey asûde û řeḧet
min yazde mange nambînî le mał
çûme dirwêney pełegenmî sał
necatim dawe dirwêne û kêşe
biřîwme dembên binta le mêşe
karim tewawe, gêreye wadey
fewren têgeyîm çîye îradey
quşqî bûm, diłim waqî birdewe
řêy hełatnim taqî kirdewe
hesta be gurcî, zanî be sił bûn
lay derkî biřî, gîram xiřimçûn
***
piştî xurandim, fîtey bo lêdam
çełemey řojûy le mil girêdam
be «neyxoy başe», be «xêre xêre»
tund demî bestim wek panêr gêre
bîst û no taye kiłoşêkî xaw
be minî gêrekird ew mange tewaw
lepaş wirdekut ke zanî mirdim
gurîsî kêşa û berhełday kirdim
fermûy «sibeynê ba berhełdabî
şeş řojî dîkeş debê têdabî»
mozim kird zanîm ke gêre mawe
ta nêw «qeregwêz» awřim nedawe
destim damênit êlxanî zade
tikam bo nekey qet berim nada
sed sofî heye pişt pan, mil fîle
bewan gêreka peřş û dêmîle
řawestê ke gutî «her deyhênmewe
hêndêk řîxołan bixûsênmewe»
***
cêjnan ’adete le nêw ře’aya
deben bo aẍa tuḧfe û hedaya
layîqî ḧuzûr dyarî cwan û şîk
nem bû be ẍeyrez du’awu tebrîk
’erzî tebrîkim lew ’îdet heye
şayîm bew řoje se’îdet heye
ya xuda ta ḧerşe leser şan û pîl
ta têy detûřê nefxî îsrafîl
ta lule dekirê semay sebzipûş
ta debin kêwan wek ’îhnî menfûş
daym cejinit bê û cejinit pîroz bê
beharî jînit cejnî newroz bê