sirûdêk

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  533 views
kurdistanî nîştimanim, řûge û hewênî jyanim
bedîmen û xoşewîstît, řahatun çawuzmanim
to beheştî serzemînî, cwanî bê wêney cîhanî
piř le newt û zêř û zêwî, piř le pît û deẍił û danî
dagîrî kirdûy bêgane, bo kundebû bûye lane
dij mebe, debûjêyewe, bertesk û tenge tengane
serbexo bûnit nizîke, řołey azat pêgeyştûn
demî xencer tîj kirawin, bo tołet des leser miştun
kîj û lawî azadîxwaz, şêrî telar lelan derçûn
çarî dagîrkeranî kurd, yan gyan derçûne yan derçûn
kurd û kurdistan peristim, swênd bew řûgey xoşewîstim
ta dujmin le xakmida bê, nabê le xebat bwestim