sirûd bo pêşmerge

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  612 views
eme polî lawan û gencî wiłat
be qelbêkî piř hêz û ’ezim û sibat
be řuḧêkî xawên be îmanî çak
be qur’anî pîroz, be yezdanî pak
be namûs û dîn swênd dexoyn giştiman
ke texsîrê nakeyn leřêy nîştiman
be yarî xuda tak û axir nefes
dekoşîn û em xake nadeyn bekes
***
kuřî kurdî gurdîn, neberd û nebez
leşeř mest û serxoş nabîn weřez
hemû penceman asnîn û qewî
leber heybetî me delerzê zewî
hemû bêçwe şêranî şêr hełdiřîn
weku bebrî aza û piłingî diřîn
ecel wa le lûley tifengî meda
řeha nabê dujmin le çengî meda
***
hemû destiman dawete destî yek
beqewl û beřoḧ û bemał û beçek
heta mawe qetrêkî xwênî beden
debê biřjê bo řêy necatî weten
bikujrêyn leřêy ḧîfzî namûs û dîn
gelê xoştire nek be dîlî bijîn
hemû ser leser nîştiman bext ekeyn
hemû řêyekî sextiman text ekeyn
***
bijî kurdewarî le azadîya
bijîn lawekanî le diłşadîya