řemezan namey 1323 - bokan

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  533 views
xêłekey şe’ban her koçî lêna
mangî miḧbarek teşrîfî hêna
dasî zerdî kird be pêş qerawił
xurpey hat xełk lecerg û le dił
hemû têgeyîn le fîk û hoyan
du’ay meḧfûzyan dexwênd le xoyan
hîç negeřawe be pařanewe
teşrîfî hêna naw bokanewe
bew dengî naxoş «’ebe»y gizîrî
qawî kird şewê be bê xogîrî
des dene das û werne herewez
ḧukmî ḧakme û xo meken naḧez
hemûy destî kird be bołe û pirte
lehemû qołêk peydabû sirte
lêkřa hełatin, ma, heme bahem
hejar û řoju wek bengîn û mem
şewî hermabû çûme serkarê
bê awał dirûm heta êwarê
ne ça, ne sîẍar, ne nan, ne awêk
ne bin sêberêk, ne xewtin tawêk
heta tarîkan nemḧabû ḧałê
be sed kilkeleq geymewe małê
temam bû hełêm, le piřêkî řojû
dîsan wek dołpa swarî şanim bû
be «xeyrun lekum» îqna’î kirdim
pêy bo pêwendî nyetê birdim
demî dadrûm be «xeytî ebyeł»
«sumḧe etîmmu »y lê kirdime meteł
berî şêst baqe, řojê şazdeber
heta êwarê pêy debirdime ser
cêy sî teẍarî pê dirûmewe
hêzim lê biřa, meḧu bûmewe
bezey pêm dahat, fermûy carê bes
sibey mołete biřo, merexes
pełêk co mawe le şeşekanê
ewîş be şeş řoj de dirûyewanê
emcar yekcarî namênê karit
ta sałêkî dî xwa agadarit
***
her piławim xward, peyda bowe hêz
ca were û hełê berew qeregwêz
wa dîsan aẍa penam hênawe
necatim nedey xirap qewmawe
hezar derwêşî lê kobûnewe
ba pełe cokey bo bidrûnewe
***
her kes saz û řût «herçî şik deba»
cêjnan bo aẍa dyarîyek deba
min ke du’agom du’aye dyarîm
her emey têda ḧucrey hejarîm
cêjinit pîrozbê, pîroze saye
le xuday berz û meznim temaye
ta defey derwêş debête fiřok
ta hemû şa’îr debin saz û kok
heta zerg û sîx debête biřnû
ta aẍa debin bê kîbir û xoşxû
ta kurd debne yek, hemû dexwênin
xo le jêrbarî dîlî derdênin
to her bimênî be jyanî şîrîn
ta hezar hejar le sayet bijîn