ger çî be demî tîẍî birot qîme kirawim

nameyek
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  375 views
ger çî be demî tîẍî birot qîme kirawim
her baqye dû du giřî dił cerg û henawim
sozane hemîşe le ciger narî fîraqit
ceryane siruşkim pe mesel dîcle le çawim
dest beste û dił xeste û zamar û esîrim
tuxwa bige firyam were zû besteyî dawim
giryane, xiroşane ’eza û şîne le dewrim
řeḧmê bike be qurban ke le dest çûm û nemawim
ey şoxî dił azarim û ey řaḧetî gyanim
merhem bike nasorî dił û zamî kuławim
řaburd le fîraq û xemî to ’umrî cewanîm
her damenî wesiłit negeyye destî şikawim
dêwane û ḧeyran û serasîme û derwêşPen name
bem nawewe řojî ezelî nawîye nawim