gyanekem řeḧmê bike ba giryekem bibřêtewe

tikayek
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  352 views
gyanekem řeḧmê bike ba giryekem bibřêtewe
ba ewend negrîm le daxt axrî swêm bêtewe
agirî ’îşqit le diłma wa biłêsey senduwe
zeḧmete ta řojî meḧşer kip bibê û bukjêtewe
bendî cergim ba nepçiřê zułfeket berba mede
besyetî ba bes birînî sextî dił bikulêtewe
řojî çend def’e be naḧeq diłişkestim bo ekey
her be carê bimkuje besye deba bibřêtewe
des mexe xwênawekem emma ke wextê kuşimit
nek le qyametda le pencet xwênî min bitkêtewe
’aşiq û meḧzûn û bîmar û nexoşî ’eşqî tom
’îllet û derd û şîfaşim wa be gerdî pêtewe
askekey dermałî to bûm êsteke wam derbeder
to xwa emirit bifermû deşt neçê, ba bêtewe